image

PeyamaKurd – Serokomarê Bakurê Kibrisê Ersin Tatar, di koferansekê ragihand ku heger artêşa Tirkiyê ji Bakurê Kibrisê vekişe, wê bûyerên wekî yên li Filîstînê rû bidin.

Tatar bal kişand ser şer û pevçûnên navbera Îsraîl û Filîstînê û diyar kir ku pêwîste di vê pêvajoyê de ew ligel Tirkiyeyê tevbigerin û girîngiya Tirkiyê bo girava Kirbrisê anî ziman.

Ersîn Tatar got, “Heger Tirkiye ji giravê vekişe, muhtemel e ku dê bûyerên wekî yên Filîstînê li vir rû bidin.”