image

Bêdengîya dewletên rojava ya li dijî êrîşên dewleta Tirk û wêrankirina Efrînê, bala gelek nivîskar, pispor û rewşenbîrên rojavayî dikşîne. Dewleta Tirk û serokê wê Erdogan bi çekên dewletên rojava û bi taybet jî bi çekênAlman Kurdên Efrînê dikuje. Dixuye ku firotina çekan û berjewendîyên dewletî û navdewletî rê li ber dijderketina binpêkirina mafê mirovan girtiye. Di dema êrîşên Tirkîyê de dewleta Alman nêzîkî 4 milyon euro çek firotin Tirkîyê ku ew çek jî li Efrînê li dijî Kurdan hatin bikaranîn.

Di derbarê bêdengîya dewletên rojava de kovara Fransî Le Point nivîsek li ser navê Franz-Olivier Giesbert weşand û bal kişand ser bêdengîya dewletên rojava.

Franz-Olivier Giesbert, di nivîsa xwe de balê dikşîne ser qirkirina Kurdên Efrînê û dibêje: “ Bi ser ku Erdogan zixtê li Kurdan dike û wan bi qirkirinê tehdît dike, çima dewletên rojava bêdeng in? “

Giesbert, di nivîsa xwe de zîne zimên ku “dewleta Tirk dixwaze jenosîdekê li hember Kurdan pêk bîne, lê NATO û dewletên Ewrûpayê ji bo hinek berjewendîyan bêdeng dimînin“  û dibêje: “Serokkomarê Tirkîyê Erdogan bi peran leşkirên DAÎŞ û çeteyên din li hember Kurdên Rojava dide şerkirin û dixwaze 3 milyon Kurdên Rojava qir bike. Yekane derdê Erdoganê netewperest ew e ku rê li ber otonomîya Kurdan bigre. Piştgirîya ku Diyaneta Tirkîyê ji bo qirkirina Kurdan dide Erdogan, dişibe fitûyên Şêxhulîslam a ku ji bo qirkirina Ermenîyan hatibû dayîn“.

Giesbert, di nivîsa xwe de tîne zimên ku Erdogan dixwaze Kurdan ji cîh û warê wan bike û li şûna wan Erebên îslamîst bi cîh bike û dibêje: „Wê ev yek piştî Efrînê li seranserê Rojava bê dubarekirin. Ji bo ku Erdogan di vê armanca xwe de biserkeve, wê hewl bide ku Îran, Rûsya, Amerîka, Almanya û Fransayê bêteref bihêle û şertên pêwist pêk bîne. Madem rewş wilo ye, çima Erdogan ji alî dewletên rojava ve rastî rêz û hurmetek mezin tê? Sedema ku dewletên rojava çavên xwe ji qirkirina Kurdan re digrin çiye?“

Franz-Olivier Giesbert, serokê Sûrîtê Beşar Esed û Erdogan diwezinîne, tîne ber hev û dibêje: “Bi ser ku Esed qetlîaman pêk tîne jî, lê wek Erdogan taybetmendîya wî ya ku milletekî qir bike tuneye“.

Giesbert, di dawîya nivîsa xwe de behsa zixtên ku Erdogan li dewletên rojava dike, dike û tîne zimên ku Erdogan bi şandina koçberan û girtina balafirxaneya Incîrlîkê dewletên rojava tehdît dike û wan ditirsîne. Ji ber vê yekê jî dewletên rojava serî ji Erdogan re ditewînin.

Z.B