image

Nûçegihanê rojnameya Îngîlîz Guardianê yê Rojhilata Navîn Martin Chulov li ser şirîkatiya Amerîka û Kurdan bi nivîsekê, nêrînên xwe parve kirin.

Martin Chulov di nivîsa xwe de eşkere kir ku hêdî hêdî neqeba Amrîkayê û Kurdan xira dibe û Kurd jî mecbûr berê xwe didine aliyê Rejîma Sûriyê.

Martin Chulov wiha got: “Peyva Trump ya ku digot “Em ê ji Sûriyê vekişin!” têkilî hinekî dî jî sist kirin. Rayedarên Amrîkî jî hêviya vê peyvê nedikirin. Êdî ew jî nizanin çi bêjin. Lêbelê piraniya wan dizanin ku li dijî IŞÎDê, YPG ji wan re pir baş e û divê careke berê xwe bidin YPGê. Lewra li qadê hêza bejê ya Amerîkayê pir qels e. Ji ber vê yekê ew hewceyî YPGê ne.

Martin Chulov got ku piştî şerê Efrînê êdî Kurd naxwazin li dijî IŞÎDê şer bikin. Kurd dibêjin divê Amerîka rêyên baştir bide ber me. Heke Amerîka xwe ji me dûr bike, em ê jî xwe nêzîkî rejîma Sûriyê bikin.