image

Rojnameya Îngîlîzî Guardianê îddîa kir ku piştî ku Tirkiyê bajarê Efrînê xiste bin qontrola xwe de, YPG jî dest bi amadekariyan kir ku li dijî Tirkiyê şerê gerîlla bike.

Nûçegihanê Guardianê Martin Chulov di nûçeya xwe de îddîa kir ku qismekî YPGê ji bajêr vekişiya û hinek jî li dijî Tirkiyê û hevalbendên  wê, bi teqtîka şerê gerîlla wê tekoşîna xwe bidomînin.

Dihat hêvîkirin ku li navenda bajêr şerekî dijwar çêbibe, lêbelê di demeke kin de Efrîn kete destê Tirkiyê û hevalbendên wê. Yanî ji bo nava bajêr YPGê şer nekir.

Guardianê wiha dewam kir: Hêzên Kurdî dibêjin “Ji ber ku gelê me yê sivîl zêde zerarê nebîne, em ji bajêr vekişiyan. Ji xeynî vê jî Hêzên Kurdan bi çekên sivik û ze’îf li dijî artêşeke pir mezin û xwedî çekên giran, ji bo demeke dirêj tekoşîneke bêhempa dan.