image

PeyamaKurd – Bi sedema êrîşên ji Şerîda Xezzayê bo ser payîtexta Îsraîlê Tel Avîvê, li bajêr dengê hawarê an ku dengê sîrenê bilind bû. Sîstemên parastina hewayî ya Îsraîlê hemû ket dewrê. Şerê navbera her dû terefan her diçe dijwar dibe. Wezîfedarên tenduristiyê li bajarê Holonê ragihandine ku gelek kes birîndar bûne û di nav wan de yek birîna wî xedare. Roketekî ku Hamasê avêtiye li otobusekî ketiye. Hamas ragihand ku wan 130 roketan avêtine Tel Avîvê û weha got:

“Em niha soza xwe bicîh tînin. Bi sedema Îsraîlê li sîvîlan xist, Tûxayên El-Qessemê bersiva wan da û 130 fuzeyan avêt Tel Avîvê û dora wê.”

Îsraîlê wexta êrîşê Xezzayê kiribû li ‘Barû ya Hamadî’ ya 13 tebeqeyî xistibû. Piştî êrîşê barû roxiyabû.

Li aliyê dinê wezareta tenduristiyê ya Fîlîstînê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê ji yên duhî heya niha 28 kes mirine û 152 kes birîndar bûne.