image

PeyamaKurd - Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari bi boneya 3yê Kanûnê Roja Astengdar a Cîhanê li Navenda Giştî ya HDPê civîneke rojnamevanî li dar xist û derbarê rojevê de daxuyanî dan.

Hatîmogûllari diyar kir, HEDEP, bêyî ferq û cudahiyê têxe navberê, mafê jiyanê yê adilane û birûmet ji bo tevahiya mirovan diparêze û destnîşan kir, bi milyonan astengdarên li Tirkiyeyê nikarin mafên xwe yên bingehîn bijîn ku ew niha bi rêya Komîsyona Astengdaran, xebatên girîng li parlamentoyê dikin.

Hevseroka HEDEPê li ser mijara biryara Dadgeha Bilind a Darazê (Yargitay) bo guhertina navê HEDEPê jî da xuyakirin ku ew helwesteke siyasî ye û ne hiqûqî ye,

Herwiha Hatimogullari ragihand ku ew dê kurtenavê nû yê partiya xwe 8ê Kanûna 2023yan ragihînin.

Hêjayî gotinê ye, bi hinceta ku kurtenavê HEDEPê dişibiya navê HADEPê ku di salên borî de ew partî hatibû girtin, Dadgeha Darazê biryara guhertina navê HEDEPê wergirtibû.