
PeyamaKurd- Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û Hevberdevkên Partiya Keskan û Pêşerojê ya Çep (Partiya Çep a Kesk) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin, li ser hilbijartinên Serokomariya Tirkiyeyê, daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di daxuyaniya hevpar a HDP û YSPê de hat diyarkirin ku ji her du kesan yekê, daxwaza guhertinê kiriye.
Hevberdevkê YSPê Îbrahîm Akin di daxuyaniyê de got ku
“Manîpulasyonên ku di serdema hilbijartinê de ji aliyê artêşên trollan ve li ser medyaya civakî û rasterast ji aliyê dezgehên propagandayê yên qesrê ve tên fînansekirin; dezenformasyonên ku hatine çêkirin û vîdyoyên montajkirî, hin mînakên herî balkêş in ku bi zelalî nîşan didin ku hilbijartin ne adil in.
Me her tim hanî zimên û em diparêzin ku di van hilbijartinan de ya sereke guhertina rejîmê ye. Me hewil da ku bi sozên rastgo ji bo civaka ku bi hilbijartina otorîter an jî demokrasiyê re rû bi rû ye, deriyê demokrasiyê zêdetir vekin.
Bi vê stratejiyê û têkoşîna xwe ya li gorî wê di gera yekemîn de me Erdogan rawestand. Di qonaxa duyemîn de jî bi armanca guhertina rejîmê me heman stratejiya xwe berdewam kir.
Daneyên sindoqan jî nîşan didin ku dengdêrên me bi biryardarî siyaset û armancên partiya me hembêz kirine û di vî warî de vîna xwe bi tundî nîşan dane. Li gorî 14ê Gulanê, li 16 herêmên ku Kurd lê dijîn tercîha dengan a ji bo Kemal Kiliçdaroglu dewam kir. Li gel hemû zext û propagandayên qirêj jî gelê me paşve gav nehavêt.
“Em helwesta wan silav dikin”
Em helwest û têkoşîna wan silav dikin. Divê em sedemên sereke yên encamên hilbijartinan bi awayekî rast bibînin û kêmasiyan bi rêbazên herî rast derbas bikin. Ev pêwîstiya berpirsyariya me ya li hember gelê me û kevneşopiya me ya têkoşînê ye. Em careke din bi germî bibêjin ku eger tifaqa gel li ser stratejiya xwe ya dorpêçkirin û zextê li ser civakê ku ji sala 2015an û vir ve xistiye nav tevgerê israr bike ku ev qeyrana piralî ya ku li Tirkiyeyê tê jiyîn û di heman demê de di warê aborî, civakî û siyasî de heye; ev pîvan dê derî li hilweşînek mezin veke.
Em ê bi hemû hêza xwe parastina civakê û mafên wê bikin û li her qadê li dijî van polîtîka û pêkanînan têbikoşin. Em ê parastina prensîbên demokrasî, aştî, edalet, wekhevî û azadiyê bikin û bi her parlamenterekî/e xwe re di bin banê meclîsê de têkoşîna xwe ya ji bo Komara Demokratîk derxin asta herî bilind.
Encaman bi zelalî nîşan da ku li vî welatî ji her du kesan yek daxwaza guhertinê ye. Ji ber vê yekê erka sereke ya siyaseta Tirkiyê ew e ku pergala heyî biguherîne ku bi awayekî eşkere hatiye astengkirin ku dibe sedema polarîzebûna civakê û ji holê rakirina bingeha demokrasiyê.
Dema em dikevin sedsala duyemîn a Komarê, pêwîst e em bi vê ferasetê makezagoneke sivîl û demokratîk bi hev re çêbikin.”