
PeyamaKurd - Hevserok û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk (Yeşîl Sol Partî), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), piştî civîna nirxandina encamên hilbijartinan daxuyaniyeke hevpar belav kirin.
Di daxuyaniyê de, li ser binketina hilbijartinê hat gotin: “Em rê nadin tu bêmoraliyê, bêtaqetiyê, qelsiyê, destûr nadin tu operasyonan. Em ê encaman bi pêkhate û saziyên xwe re, bi gelên xwe re bi awayekî berfireh binirxînin.”
HDPê û pêkhateyên wê diyar kirin, “Em qebûl dikin ku di hilbijartinê de em negihîştin hedefên xwe û li gor van hedefan em bi ser neketin. Lê belê em bang li wan kesan dikin ku li ser encamên sandoqan bandor û diyarkeriya têkoşîna azadî û demokrasiya gelê Kurd û gelê Tirkiyeyê.”
Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin, “Em soza xwe ya serkeftina doza demokrasî û azadiyê ji nirxên xwe re, ji heval û hogirên xwe re didin ku li zindanan, li sirgunê û li her qada têkoşînê berdêl û ked didin.”