image

Ji aliyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdoganî ve hat ragihandin ku îro li Efrînê de helîkoptereke artêşa tirk hatiye xistin.

Serokê Giştî yê AKPê û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan li avahiya Serokatiya partiya xwe ya Stenbolê di komcivîneke medyayê de derbirî ku , helîkoptereke girêdayî artêşa dewleta Tirkiyeyê li Efrînê hatiye xistin.

Erdogan got:"Beriya bîstekê helîkoptereke me hat xistin. Kesên ku helîkopterê xistin, dê berdêla vê bi giranî bidin. Niha em di nav şerekî de ne. Wendahiyên me jî wê çêbibin, em ê wendahiyan jî bidin dayîn. Helîkoptereke me dê here lê berdêla vê yekê qatbiqat bidin."