image

PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê Salih el Arûrî, ragihand ku bêyî ragihandina agirbestê û dawîbûna dê pevguhertina dîlan nayê kirin.,

Arûrî li ser bidawîbûna agirbestê û êrîşên Îsraîlê li ser Xezzeyê helwesta Hemasê eşkere kir û got ku wan bi Îsraîlê re piştî pevguhertina dîlên zarok û jin, li ser termên di destê herdu aliyan de jî danûstandin kiriye, lê Tel Avîv nêzîk nebûye.

Herwiha diyar kir ku paşê jî pevguhertina leşkerên temen mezin ên dîlgirtî hatiye rojevê, lê ti encam derneketiye.

Berpirsê Hemasê got: "Helwesta me ya fermî zelal e; wê şer bidawî bibe, piştre behsa pevguhertina dîlan bê kirin.”