image

PeyamaKurd – Tevgera Hemas a Filîstînî ku ji aliyê Îsraîlê û hejmarek welatên rojavayî ve wekî rêxistineke terorî hatiye tomarkirin, bi rejîma Sûriyê re piştî 10 salan pêwendiyên xwe asayî dike. 

Piştî hejmarek welatên ereb ku dest bi asayîkirina pêwendiyên ligel Şamê kirine, Tevgera Hemasê jî biryar da ku têkiliyan bi hikumeta Esed re vegerîne.

Li gorî medya erebî, Serokê Urdinê Qral Ebdullah Huseyîn jî ragihandiye ku ew ê piştgiriyê bidin koalîsyoneke leşkerî li Rojhilata Navîn a wekî NATOyê.

Medya erebî bal kişandiye ser asayîkirina pêwendiyên Hemas û Şamê, avakirina hevpeymaneke leşkerî li Rojhilata Navîn mîna ya NATOyê û erkdarkirina Necîb Mîqatî ji bo avakirina hikumeta nû ya Lubnanê.