image

PeyamaKurd – Her dû keştiyên şer yên Amerîkayê ku dê biçûna Derya Reş, piştî Amerîkayê biryar da ku dê neçin Derya Reş, ji baregeha deryayê ya Sûda ya Yûnansitanê veqetiyan. Ragihandin ji aliyê filoya 6 em ya Amerîkayê de hat kirin. Fîlo di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku her dû keştî yên bi navên USS Donald Cook û USS Roosevelt ber bi Derya Sipî de hereket kirine.

Fîlo ji ber ewlehiyê negot dê bi ku de here. Berdevkê fîloyê bînbaşî Kyle Raines ragihandiye ku dê di derbarê ciyê çûna xwe de, bi sedema ewlehiyê agahî nede û di çarçoveya soza ku dane NATO yê de li Derya Reş û herêmê gelek wezîfeyan dikin. Berdevk Raines weha got:

“Ti guherîn di şiyanên me yên operasyonel yên herêmê de tine ye.”