
PeyamaKurd – Hevdîtina serokê Rûsyayê Putin û serokê dewleta Çînê Şi Cinping li Moskovayê rû bi rû destpêkir. Her dû lîder di wexta para hevdîtina ku ji bo çapemeniyê serbest bû, li Keremlînê ragihandinên xwe kirin. Putin bi sedema ku cara sêyeme Şi dibe serokê dewleta Çînê, Şi pîroz kir û got:
“Çîn di salên dawiyê de ji bo geşepêdana xwe pêngavekî mezin avêt. Ev, li seranserê dinyayê balê dikşîne û em jê dihesidin. Çîn ji bo pêşdeçûna aboriyê û xwurtkirina dewletê sîstemekî bandorî danî. Ev sîstem ji gelek sîstemên dewletên dinyayê bêhtir bandorê dike. Ev rastiyekiye. Mekanîzmayên di bazarê de, bi siyasetê re li heve û encamên berbiçav didin. Wê Çîn bi serpereştiya Şi, bêhtir pêşde here û 10 sal berê dema bû serokê dewletê, car din seredan Rûsyayê kiribû.
Di vê pêvajoyê de ji bo pêşketina têkiliyên me, me pêngavên girîng avêt. Hecma bazirganiya duqolî du car zêde bûye, ji 87 mîlyar dolarî gihaye 185 mîlyar dolarî.
Çîn girîngiyê dide têkiliyên duqolî û di mijarên guncaw yên navdewletî de, tewrên dadweryane û bi mêzên datîne. Em pêşniyarên ji bo çareseriya pirsgirêka navbera Rûsya û Ûkraynayê dinirxînin. Em ê bi Şi re li ser mijarê rawestin û em dizanin ku Çîn dibicîhanîna edalet û hûqûqa navdewletî de girîngiyê dide wan. Hun dizanin em ji bo pêvajoya muzakereyan her wext amade ne. Helbet mijarên ku hun jê re rêzdarin em ê li ser wan bişêwirin.”
Serokê Çînê Şi, di destpêka axaftina xwe de bi xîtaba ‘Hevalê min ê bi qiymet’ destpêkir û weha got:
“Piştî hilbijartina min ya ji bo serokatiya Çînê, min seredana xwe ya ewilî ji Rûsya re kir. 10 sal berê dema ez hatim hilbijartin, ez cara ewilî hatibûm Rûsyayê. Em qiymetê didin têkiliyên bi Rûsya re û em 2 dewletên mezin yên cîranin. Çîn û Rûsya bi firehî hevkarên hevin û ev rewşa dike ku em bibin têkildarên hev yên nêz. Wê di sala pêşiya me de li Rûsyayê hilbijartin çêbibe. Bi xêra serokatiya we ya xwurt, di salên dawiyê de Rûsya ji bo refaha xwe û pêşdeçûnê de gelek pêşde çû. Ez bawerim ku xelkê Rûsyayê bi sedema hewlên we yên baş wê desteka xwe ji bo te dawam bike.”