image

PeyamaKurd – Heyeta çavdêriyê ya Yekîtiya Awrûpayê ku ji bo şopandina hilbijartina Iraqê çûne Herêma Kurdistanê û Iraqê li payîtext Hewlêrê civîneka çağemeniyê lidarxis. Heyeta di bin serokatiya parlementera YA yê Viola Von Cramon-Taubadel de îro gihîşte Hewlêrê.

Di heyetê de axaftina ewilî seroka heyetê  Viola Von Cramon-Taubadel kir û got ew dixwazin hilbijartin nezîh, bi ewle, zelal û ji hîlê dûr be lê ew ne ti terefekî nikare garantiye bide ku di hibijartinê de wê hîle nebe.

Cramon-Taubadel ragihand ku roja hilbijartinê û 2 rojên di peyde wê rapora çavdêriya xwe amade bikin û bi raya giştî re parve bikin. Taubadel got wê bê teref hilbijartinê bişopînin û weha dewam kir:
“Em ê xebatên xwe ji heyetên dinan cuda bişopînin. Kes nikare bêje herin filan derê û nikare tevlî karê me bibe. Her weha devera ku em ê herinê em ê ji tikesê re nebêjin. Roja hilbijartinê nevenda hilbijartinê ya em ê herinê em ê bibjêrin. Em ê bi îdarekirina ti kesî tevnegerin. Çiqas çavdêr zêde bin ewqas başe. Lê çavdêriya di roja hilbijartinê de gelkî girînge.”