image

PeyamaKurd- Serokwezîrê Hollandê Mark Rutte diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku Finlandiya û Swêd îsal tevlî NATOyê bibin û li ser vê yekê jî ew bi Tirkiyeyê re di nav têkiliyê de ne.

Mark Rutte di Foruma Aborî ya Cîhanê ya ku li Davosa Swîsreyê hat lidarxistin de axivî û got ku “Finlandiya û Swêd dê îsal bi temamî beşdarî NATOyê bibin."

Rutte li ser mijarê diyar kir ku "Ev ji aliyê dîrokî ve watedar e, daxwaza wan e, divê ew bibin beşek ji NATOyê, lê niha ev yek ne pêkan e ji ber ku dan û stendin berdewam in ."

Serokwezîr Rutte destnîşan kir ku ew bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan re axiviye û got ku ew ji bo rêyeke pêşvebirinê bibînin, di nav diyalogê de ne.

Rutte got, “Ez texmîn dikim ku ev hemû dê hefteya bê neqewimin, dibe ku meha bê jî lê ez teqez bawer dikim ku dê îsal bibe.”