image

Hêzên Sûriyê yên demokratîk (HSD) daxuyaniyek da û got ku em ê li dijî Tirkiyê şerê xwe bidomînin. Em nahêlin ku Tirkiye, li Sûriyê bigihe mexsedên xwe.

 

Hêzên Sûriyê yên demokratîk (HSD) ku piraniya wan ji Kurdên YPGê pêk tê, da zanîn ku, serokê Tirkiyê Receb Teyyîb Erdogan bi hincetên derew êrîşî herêmên Kurdan dike. Şerê me yê li dijî Tirkiyê, bênavber wê bidome. Em ê careke dî bajarê Efrînê ji vegirtina Artêşa Tirkiyê xilas bikin û gelê Efrînê wê bi serbestî vegere welatê xwe. 

HSDê di berdewama daxuyaniya xwe de got ku ji bo ku gelê me zêde zerarê nebîne, piştî du mehan em ji Efrînê vekişiyan.