image

PeyamaKurd –  Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê diyar kirin, di roja sêyemîn a Operayona li gundewarên Dêra Zorê de, gelek stargehên çeteyên DAIŞê hatin dîtin.

Navenda ragihandinê da zanîn, li Geliyê Ecîc ê Bakur û Bakur Rojhilatê Dêra Zorê, gelek dever hatin paqijkirin û stargehên ku çek û cebilxaneya çeteyan tê de veşartîbûn, hatin dîtin.

Herwiha heman dezgehê destnîşan kir, di operayona ku bi hevkariya Koalîsyonê didome, rêyên qaçaxiyê ku ji bo çûnûhatina çeteyan jî dihatin bikaranîn, ketin bin kontrola HSDê de.