image

PeyamaKurd – Serokê giştî yê partiya HÜDA-PARê Zekeriya Yapıcıoğlu ragihand ku wê namzedê xwe yê serokomariyê daneynin û wê di nav çend hefteyan de tevlî ‘Îtîfaqa Komarî’ bibin an nebin wê diyar bibe.

Yapıcıoğlu di dema tevî bernama tv. ya Habertürkê bû ragihandinên xwe kir. Yapıcıoğlu got ku di dema bi serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan re civiyaye behsa mijara hevkariyê kirine, hêj biryara xwe nedane û dibe hevdîtin dewam bikin. Yapıcıoğlu li ser pirsa spiker weha got:

“Serokkomar Erdoğan daxwaz kir ku em tevî Îtîfaqa Komarî bibin. Berê jî di rêyekî din de ji me re teklîf hatibû.”

Li ser mijara girtina partiya HDP ê, Yapıcıoğlu fikra xwe beyan kir û got:

“HDP gelek dixebite da partiya wan bê girtin. Ji bo partî bê girtin ji destê wan çi tê dikin. Ji ber partiya bê girtin dibe mexdûriyeta partiyê.”