image

PeyamaKurd – Hûsiyên li Yemenê ku terefdarên Îranê ne hişyariyê dane Îsraîlê û keştiyên bazirganî yên ku herin lîmanên Îsraîlê. Hûsî ragihandin ku eger Îsraîl îznê nede çûna alîkariya mirovî ya Xezzayê, wê li keştiyên bazirganî yên ku herin lîmanên Îsraîl bixin. Di mijarê de berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Sare'e weha got:

“Milliyeta keştiyê çi dibe bila bibe, her keştiya here lîmanên Îsraîlê, em ê li wan bixin. Em ê nehêlin keştî derbas bibin. Ji bo ewlehiya barhilgiriya ser deryayê temîn bikin, em keştiyan û şîrketan hişyar dikin ku bi lîmanên Îsraîlê re nexebitin.”