
PeyamaKurd – Berdevkê serokkomariya Tirkiyê İbrahim Kalın di rêya telefonê de bi şêwirmendê netewî yê ewlehiya Amerîkayê bi Jake Sullivan re axifî. Di axaftinê de behsa hevkariya sanayiya bergiriyê û bendeyên Tirkiyê yên di derbarê amadekirin û nûhkirina balafirên şer yên F-16 hat kirin. Kongra Amerîkayê astengiyên li ber firotina balafirên F-16 an ji bo Tirkiyê û nûhkirina balafirên F-16an yên li Tirkiyê hene rakiribû. Di axaftinê de li ser van mijaran jî axaftin hatin kirin:
-Têkiliyên siyasî û aborî yên duqolî,
-Havkariya sanayiya bergiriyê,
-Şerê Rûsya û Ûkraynayê, mijara Rojhilatê Derya Sipî,
-Pêvajoya endamtiya Îsweç û Fînlandiyayê ya NATO yê,
-Têkoşîna li dijî terorê ya li Iraqê û Sûriyê,
-Bendeyên Tirkiyê yên di derbarê amadekirin û nûhkirina balafirên F-16 an.