image

PeyamaKurd – Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin, bersiv da daxuyaniya Seroka Giştî ya Partiya IYI Meral Akşener ku di bernameyeke televizyonê de gotibû, “Min bihîst bi Esed re hevdîtin îro tê kirin. Înşellah rast be, min ji bo wî dua kir”.

Îbrahîm Kalin, hevdîtinên Tirkiyê bi Esed re red kir û got, "Trafîka hevdîtina bi Esed re ne mijara gotinê ye. Car caran dibe yekîneyên îstixbarî hevdîtinan dikin.”

Kalin herwiha diyar kir ku nabe bi wan hevdîtinan bigihin encama ku bi Esed re pêwendiyê dikin û got, “Ev mijarên dosyayên cuda ne. Pêvajo û aktorên her yek ji wan cuda ne.”