image

PeyamaKurd –Yek ji rojnameyên sereke yên medyaya Erebî El-Axbar, li ser Tirkiyê îdiayeke balkêş kir.

Rojnameya El-Exbar a Lubnanî li ser plana Tirkiyê ya Sûriyê îdiayeke balkêş kir.

Di raporê de hat îdiakirin, Tirkiye li ser plana vekişandina leşkeran dixebite û li ser vebijarkan difikire.

Hat ragihandin ku çavkaniyên opozîsyona Sûriyê jî ev yek piştrast kirine.

Çavkaniyên opozisyonê ji El-Axbar re gotin, "Rayedarên Tirkiyê li ser bijardeyên curbicur kar dikin ji bo paşeroja hebûna leşkerên Tirkiyê li Sûriyê."

El-Exbar herwiha îdia kir, Tirkiye wê pêşniyarên xwe yên derbarê mijarê de bigihîne navbeynkarên Rûsya û Îranê û wê ji Tehran û Moskowê bixwaze ku Sûriyê razî bikin.

Ji aliyê din ve, "Enqerê soz da encamên hilbijartinên Tirkiyeyê çi dibe bila bibe, li gorî peymana ku wê bê çêkirin tevbigere, " di nava îdiayan de cih girt.