image

PeyamaKurd - Hat îddiakirin ku bazirgan George Naderê bi eslê xwe Libnanî ye li Amerîkayê ji bo Îmaratê lobiyê dike di sala 2015an de li Behra Sor di keştiyeke taybet de bi serokên dewletên Ereban re civînek bidizî kiriye.  

Li gor portala nûçeyan Middle East Eyeyê ku navenda wê li Londrayê ye, bazirgan George Naderê ku bi eslê xwe Libnanî ye û hevwelatiyê Amerîka ye di dawiya sala 2015an de li Behra Sor di keştiyeke taybet de bi hin serokên Ereban re civîneke veşartî li dar xistiye.

Li gor nûçeyê, Nader ji serokên Erebî ku beşdarî civînê bûne re  pêşniyarek wiha dike; “Bi hevkariya 6 dewletên bijarte saziyeke ku bê damezirandin wê cihê Konseya Hevkariya Xelîc”(KHC) û Komkara Erebî bigire. Ev saziya nû dê li herêmê li hember nifûza Tirkiye û Îranê ji hêla rêveberiya Amerîka îtîbarê bibîne û wê bibe xwedî hêzeke girîng.” 

Hat îddîakirin ku beşdarên civînê Welîehdê Şahînşahiya Erebistana Siûdiyê Muhemmed bin Selman, Welîehdê Ebû Dabiyê Şêx Muhemmed bin Zayid Al Nahyan, Serokkomarê Misirê Ebdulfettah es-Sîsî, Welîehdê Behreynê Selman bin Hamed Al Xelîfe û Qralê Urdinê Ebdullahê 2em bûn. Li gor îddiayê Nader gotiye, "Heke ev pêşniyarî were qebûlkirin ezê zextê li ser rêveberiya Amerîkayê bikim."