image

PeyamaKurd – Rojnameger Mûrat Yetkîn bi rêveberê KONDAyê Bekîr Agirdir re hevdîtin pêk anî.

Yetkîn di gotara xwe de got, "Agahiyek nîne ku Kiliçdaroglu li hemberî Tayyîp Erdogan wekî tekane namzetê Maseya Şeş Qolî ji sedî 58 dengan bigire."

Beşa têkildar a gotarê wiha ye:

"Îdiaya ku Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû eger li hemberî Serokkomar Tayyîp Erdogan bibe namzed, wê bi ji sedî 58an bi ser bikeve, di nava mijarên civînên mûxalefetê yên li Meclîsê de cih digire.

Li gorî kesên ku vê îdiayê tînin ziman, ger Maseya Şeş Qolî Kiliçdaroglu namzed nîşan bidin. Mînak di tûra yekemîn de bêyî ku pêwîstî bi HDPê hebe Serokkomar bê hilbijartin. Tê gotin ku ev îdia li ser bingeha fîrmaya lêkolînê ya KONDA ye.”

Rêveberê KONDAyê Bekir Agirdir got, 'Em bi rêkûpêk anketan dikin û hemû trendan dişopînin'; 'Lê ji bilî roja pêncşemê ya beriya hilbijartinê û ji bilî aboneyên xwe tu daxuyanî û raporên din nadin. Ji ber vê yekê em di derbarê daneyên giştî yên derbarê me de şîroveyên rast û çewt nakin.'

Li gel vê bêdengiyê, bi girîngî Agirdir wiha lê zêde kir: 'Lê em dibînin ku bêyî tifaqeke berfireh a mûxalefetê ne pêkan e di tûra yekem de bi ser bikeve.'

Wateya wê: belê, anketa KONDAyê bêyî agahiya wî li korîdorên Meclîsê belav dibe, lê tu agahî nayên girtin ku Kiliçdaroglû li hemberî Serokkomar Tayyîp Erdogan tenê wekî namzedê Maseya Şeş Qolî 58ê dengan bigire.