
PeyamaKurd – Îngîltere bi sedema destekê daye îşxala Rûsyayê ya ser Ûkraynayê, ji bilî qedexeyên îtxalatê, ji bo ber li propogandeyên şîrketên medya Belarûsê bigrin, biryarên nûh yên dorpêçê da. Wezareta karên derve ya Îngîltere ragihand ku Belarûs ji bo îşxala Ûkraynayê hêsan bike, kiryarên xwe dewam dike û biryarên zêdetir yên dorpêçê daye.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku îtxalata zêr, çîmento, kereste û kauçuk ya ji Belarûsê hatiye qedexekirin û hatiye qedexekirin ku ji Îngîltere banknot û makîneyên wan, eşyayên ku di hilberîna çekên kîmyewî û biyolojîk de tên bikaranîn, tevî teknolojiya wan jî dê nefroşin Belarûsê.
Nûçe û agahiyên ku ji medya Belarûsê di ser înternetê de ji aliyê şîrketên medya Belarûsê de tên belavkirin, ji ber progandeya wan nê kirin hatine qedexekirin. Di daxwuyaniyê de weha hat gotin:
“Rejîma Belarûsê gelek zêde perwerdê û desteka lojîstîk daye hêzên Rûsyayê. Ji bo Rûsya bi fuze û dronan êrîş bikin ser Ûkraynayê, Belarûsê îznê daye Rûsyayê ku axa wan û seha hewayî ya Belarûsê bikarbîne.”