image

PeyamaKurd - Piştî Yekîtiya Ewropa (YE) doh 12ê Nîsanê bi tawana ‘bikaranîna tundiyê li dijî xwepêşanderan’ li ser 8 berpirsên Îranê ceza ferz kir, Îranê bertek nîşan da û ragihand, ew pêwendiyên xwe yên bi YE re radiwestînin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîb Zada biryara sepandina cezayan wekî biryareke siyasî pênase kir û got ku ew dê hevkariya xwe ya ligel YEyê ya derbarê teror, têkoşîna li dijî madeyên hişbir û dosya penaberan rawestînin.

Zada herwiha welatên ewropayê bi bêdengmayîna li hember dorpêçên Amerîkayê bi ser Îranê de tawanbar kir û got: “YE ne parêzvanê mafê mirovan e, ji ber dema Amerîka ceza li Îranê birîn, xwe bêdeng kir û li aliyê me nesekinî.”