image

PeyamaKurd – Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî li ser dorpêçên Amerîkayê ku danîbû ser Îranê ragihand ku bi Amerîka re pirsgirêk çareser bûne. Rûhanî di civîna bi xebatkarên wezareta tenduristiyê re behsa hevdîtinên li Viyana kir û behsa hevdîtinên li ser peymana nukleerî kir. Rûhanî got ku Amerîka û dewletên Awrûpayê gotine ku ji bilî rakirina dorpêçên ser Îranê zêdetir rê tineye û weha got:

“Li ser rakirina dorpêçan hema hema pirsgirêk çareser bûne. Li ser hûrahiya hinek mijaran muzakere dewam dikin.”