image

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê Saîd Xatîpzade ragihand ku welatên rojava naxwazin dorpêçên ser Îranê rakin û dixwazin muzakereyên nukleerî dirêj bikin.

Berdevk Xatîpzade li ser muzakereyên ku wê îro li Viyanayê destpêbikin axifî û got ku ji bo bigihên peymanekî rastteqîne li Viyana ne û weha got:

“Me hezra xwe daye ser muzakereyên ku em jê encaman bistînin. Divê ew Amerîka ku di muzakereyên berê de tiştên xerab kir, ji bo çareser kir bike, were Viyanayê. Me bi heyeta xwe ya ku ava kiribû ciddiyeta xwe nîşan da û em ê ciddiyeta terefê dinê jî bibînin.”