image

PeyamaKurd – Dewleta Îranê êrîşa ser konsulxaneya Kerbelayê ya Îranê şermezar kir. Ragihandin ji aliyê berdevkê wezareta karê derve de ji aliyê Seîd Xetîbzade de hat kirin. Xetîbzade ji Iraqê xwest ku Iraq wezîfa parastina konsulxaneya wan bike û wezîfa xwe bîne cîh.

Xetîbzade di civîna çapemeniya heftane de, şiroveyan kir û weha got:

“Hinekan êrîşê birin ser sefareta me ya li Kerbelayê. Di serê bûyerê de me ji Iraqê re got ku pêşî li xwepêşnadanan bigrin. Em hêvî dikin ku Iraq vê wezîfeya xwe ya parastina sefaretên biyanî bikin.”