image

PeyamaKurd – Çavkaniyên medya Erebî bal kişandine ser serdana Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf bo Şamê û ragihandine ku doh 12ê Gulanê bi armanca berfirehkirina hevkariya aborî, çandî û bazirganiyê ya her du welatan û bi erêkirina Beşar Esed konsolxaneya giştî ya Îranê li Helebê vekiriye.

Heriha ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê SANAyê ragihandiye ku Esed bi Zerîf re têkiliyên her du welatan, berdewamkirina şêwir û hevkariya li ser hemû astan û xurtkirina hevkariya hevbeş di gelek aliyan de û bi taybetî di aliyê aborî de gotûbêj kiriye.

Herwiha hat diyarkirin ku pêşketinên siyasî, komîteya destûrê, rewşa li Sûriyê, hebûna Amerîka û Tirkiyê û berdewama têkoşîna li dijî terorê mijarên hatine axaftin in.

Li aliyê din Zerîf piştevaniya Îranê bo hilbijartinên serokatiya rejîma Sûriyê yên 26ê Gulanê aniye ziman û gotiye, Îran amade ye wekî çavdêr beşdarî proseya hilbijartinan bibe.