
PeyamaKurd – Îranê Îsraîl bi êrîşa bi balefirên bêpîlot a li dijî tesîseke leşkerî ya li nêzî bajarê Îsfehanê sûcdar kir. Piştî vê pêşveçûnê di şerê dirêj ê veşartî yê navbera her du welatan de, Tehranê soz da ku tola xwe hilîne.
Li gorî nûçeya ajansa ISNA ya Îranê, Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Îranê Emîr Seîd Îravanî nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re nivîsî û ragihand, lêkolînên destpêkê nîşan didin ku Îsraîl berpirsyarê êrîşa şeva Şemiyê ye.
Di nameyê de hat gotin, "Îran mafê xwe yê rewa û xwezayî diparêze ku parastina ewlekariya xwe ya neteweyî bike û li hember her gef û xeletiyeke Rejîma Siyonîst (Îsraîl) dema ku û li ku pêwîst bibîne, bersivê bide. Ev kiryara ku ji aliyê Rejîma Siyonîst, li dijî qanûnên navneteweyî ye."
Ev êrîşa ku di encamê de tu ziyanên canî çênebûn, di demekê de hat ku di navbera Îran û dewletên rojavayî de li ser çalakiyên navokî yên Tehranê, dabînkirina çekan û çend mehan xwepêşandanên dijî hikûmetê li wî welatî alozî derket.