image

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, di navbera Iraq û Îranê de peymana ewlehiya sînorî hat destnîşankirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev peyman di warê parastina ewlekarî û ewlehiya sînorî de hevkariya herdu welatan xurtir dike.

Ji aliyê Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Şemhanî û Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Iraqê Kasim el-Eracî ku serdana Iraqê kirin, di navbera herdu welatan de peymana ewlehiya sînor destnîşan kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Serokwezîrê Iraqê da hat destnîşankirin ku di peymana ewlehiya sînorî de mijarên wekî "parastina sînorên hevpar ên di navbera herdu welatan û xurtkirina hevkariyên di warên cuda yên ewlehiyê de" hene. 

Her wiha hat gotin ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî, pêşwaziya Şamhanî kiriye û li ser rêyên dabînkirina ewlehiya herêmê û pêwendiyên herdu welatan hatiye gotûbêjkirin.

Li gorî hat diyarkirin, Sûdanî daye zanîn ku di civînê de rê nayê dayîn ku axa Iraqê ji bo êrîşkirina welatên cîran were bikaranîn û tekez kir ku tu carî nayê qebûlkirin komên çekdar li ser axa xwe metirsiyê li ser serweriya welêt û ewlehiya welatên cîran bi cih bibin.