image

PeyamaKurd – Berdevkê Artêşa Îsraîlê Jonathan Conricus, îro 13ê Gulanê ragihand ku Artêşa Îsraîlê ji bo destwerdana Xezeyê amadekariya şerê operasyona bejahî dike.

Concrius, da xuyakirin ku amadekariyan dest pê kiriye, lê heta niha fermana destpêkirina operasyonê nehatiye dayîn.

Berdevkê artêşê herwiha da zanîn ku ji destpêka aloziyan ve herî kêm Hezar û 600 moşek bi ser Îsraîlê de ji Xezeyê hatine avêtin û Kûbeya Hesin ji sedî 90ê wan pûç kirine.

Li gorî nûçeya The Times of Israelê piştî plana operasyonê were temamkirin wê bo hikûmetê bê pêşkeşkirin.