image

PeyamaKurd- Hikûmeta Îsraîlê ragihand ku ew amade ne pêşwaziya pêleke mezin a koçberên Rusya û Ukraynayê bikin. Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn, ji bo pêşwaziya pêla koçberan, amadekariyeke mezin tê kirin.

Daxuyanî, ji aliyê Ofîsa Serokwezîrtiya Îsraîlê ve hat dayîn û hat ragihandin ku ji bo koçên ku ji ber şerê navbera Rusya û Ukraynayê çêdibin, ew wekî hikûmet amade ne ku pêleke mezin a koçberan pêşwazî bikin.

Di daxuyaniyê de hat dayîn de hat diyarkirin ku ew ji bo qebûlkirna vê pêlê amadekariyên xwe dikin û li gorî hat ragihandin, ev amadekarî dê bibin navgîn ku bi deh hezaran koçberên Rus û Ukraynayî li Îsraîlê bên bicihkirin.

Her wiha kesên ku ji Rusya û Ukraynayê koçî Îsraîlê dikin, beşeke mezin jê di eslê xwe yê bingehîn de Yahudî ne û li gorî zagonên Îsraîlê jî ji bo wan kesan, mafên welatîbûnê tên dayîn.