image

PeyamaKurd –  Filistînê ji do şev heta serê vê sibehê, dîsa hejmareke zêde ya moşekan avêt Israîlê. Artêşa Îsraîlê diyar dike, zêdetirî 1000 moşekan ji Gazzeyê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin.

Hêzên Filestînê du roj in hejmareke zêde ya moşekan avêtine Îsraîlê û balafirên Îsraîlê jî çend caran Gazze bombebaran kirine. Li gor Tenduristiya Filistînê jî, heta niha herî kêm 40 kes ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de da zanîn, wan çend pêgeh û armancên girîng bombebaran kirine, herwiha zêdetirî 1000 moşekan ji Gazzeyê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin û piraniya wan ji aliyê sisteme berevaniya asmanî ya wî welatî ve berê ku bikevin hatine jinavbirin.

Di encama wan êrîşan de, li gorî ku polîsên Îsraîlê dibêjin 5 kes li Îsraîlê hatin kuştin, Tendirustiya Filistînê jî ji aliyê xwe dibêje, di êrîşeke Îsraîlê li ser Gazzeyê de, serê vê sibehê kesekî din hat kuştin.

Amarên giştî yên ku ji aliyê Wezareta Tendurstiya Filistînê ve hatine ragihandin bi vî awayî ne, li Gazze 35  kuştî hene ku  12 ji wan zarok in û 3 jin in, herwiha zêdetir ji 233 birîndar hene.