image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeke bilind a Tel Avîvê wê ji bo danûstandinan li ser dosya îranê bike serdana Amerîkayê bike.

Malpera AXIOS a Amerîkî ragihandsşd ku Îsraîl ji îhtimala vegera Washingtonê li rêkeftina nûkleerî ya ligel Îranê bi fikar e û bi hemû şêwazan hewl dide ku serokê Amerîkayê Joe Biden dorpêç û fişarên li ser Tehranê kêm neke.

Li ser zimanê berpirsekî Îsraîlê hatiye diyarkirin ku wê şandeke bilind di nava du hefteyan de, biçe Washingtonê da ku gotûbêjan li ser mijara Îranê bike.

Hat eşkerekirin ku şande ji Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî Meir Bin Shabat, Serokerkanê Artêşê Aviv Kochavi, Serokê Istixbarata Leşkerî Tamir Hayman û serokê MOSSADê Yossi Cohen pêk tê.

Çavkaniyeke îsraîlî ji toreya El-Erebiye re daye xuyakirin, Tel Avîv êdî nikare bandorê li ser biryara Amerîkayê bike.