image

PeyamaKurd - Wezîrê Darayî yê Îsraîlê Avigdor Lieberman, derbarê bernameya atomî ya Îranê de ragihand ku ti pêngaveke siyasî yan lihevhatinek nikare rêgirîyê li bernameya atomî ya Îranê bigire, lewra Îranê jî Koreya Bakur ji xwe re mînak daniye.

Avigdor Lieberman got: “Ji bo rawestana li dijî Îranê bi tenê pirs dem e û ew dem gelek dirêj nabe û dema wê dê bê, ti pêngaveke siyasî yan lihevhatinek nikare rêgirî ji bernameya nukleerî ya Îranê bike û Îranê Koreya Bakûr wekî mînak bo xwe daniye û tevî wan hemû pêngavên dîplomatîk ku hatine avêtin, em dibînin ku bernameya atomî ya wan (Îran û Koreya Bakûr) pêşketineke gelekî zêde kirine.”

Hêjayî gotinê ye, Îsraîlê li hember gefên Îranê û pêşxistina çekên atomî 1 milyar û 500 milyon dolar ji bo rûbirûbûna Îranê terxan kiriye.

Herwiha Îran jî her çiqas dibêje ew dê vegere civînên Vîyenayê jî bi hincetên cuda destpêkirina danûstandinên hatine cemidandin dereng dixe daku di wê demê de bikare zêdetir Ûranyûmê dewlemend bike û bigihe armanca xwe ya çêkirina çekên atomî.