image

PeyamaKurd – Di navbera Îsraîl û Yûnanistanê de, peymaneke berevaniyê ya 20 salan hat îmzekirin.

Wezareta Berevaniya Îsraîlê ragihand, di çarçoveya peymana dîrokî ya berevaniyê de ku bi nirxê 1,65 milyar dolaran e, wê kompaniya berevaniyê ya Îsraîlî Elbit Systems li Yûnanê navendeke perwerdeya firînê jî ava bike û birêve bibe.

Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Benny Gentz derbarê wê peymanê de beriya niha gotibû ku dê ew peyman xizmetê li berjewendiyên Îsraîl û Yûnanê bike û şirîkatiyeke domdar a 20 salan ji bo îstiqrara Derya Spî dabîn bike.

Li gorî heman peymanê wê Îsraîl herwiha 10 balafirên perwerdê yên M-346, M-346 û T-6 û M-346 bifiroşe Yûnanistanê.