image

Îsraîl xebatkarekî balyozxaneya Fransayê ji bazirganiya sîlihan girt binçav. Îsraîl ragihand ku xebatkarê balyozxanê yê Fransiz ji ber bazirganiya sîlihên bi qaçaxî ya di navbera Şerîa Rojava û Xezayê girtiye.

Ragihandin ji aliyê îstîxbarata hundir ji Şin Betê hat kirin. Di ragihandinê de hat gotin ku kesê bi navê Romain Franck di navbera erdê Fîlîstîniyan de, bi ereba balyozxanê herî kêm 5 cara sîlihan biriye û aniye.

Frank got ku di derveyê agahiya fermandarên xwe de vî karî kiriye û bi daxwaza xwe bo pere qezenc bike karekî weha kiriye. Heta Frank gotiye ku bo piştgiriya Fîlîstîniyan sedemên wî jî hene.

Frank bi 70 heb demançe û du tivingên êrîşê hatibû girtin. Fransa jî mijarê dişopîne û li ser mijarê radiweste.