image

Wezîrê karê parastinê yê Îsraîlê Liberman, bi rêvebirên leşkerî re civînek kir û biryar dan ku alîkariyên navdewletî herin Xazzayê. Îsraîl weke beyan jî ji raya giştî re ragihand ku wê îzna alîkariyê ya mirovî bidin.

Ragihandin di televizyona Kanal 10 de hat kirin û her sê rêvebirên Îsraîlê  birayara îzna alîkariyan dane: Wezîrê parastinê Avigdor Liberman, serokerkan Gadi Eisenkot û tumgeneralê ku fermandarê hêzên artêşa başûrê Îsraîlê ye, Eyal Zamîr.