image

PeyamaKurd – Li ser mudaxeleya Îsraîlê bo Fîlîstîniyên Mescîd-î Aqsayê her diçe şerê navbera Îsraîlê Hamasê dijwartir dibe. Di mudaxeleya Îsraîliyan de 331 kesên Fîlîstînî birîndar bûbûn. Gelek Fîlîstînî hatibûn binçavkirin lê Hamasê bo Îsraîlê gotibû ku heya 18.00 an eger fîlîstîniyan serbest bernede, dê êrîşa xwe bike.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li Quds a Rojhilat û bajarê Beyt Şemsê sîren lê xistine û gelek roket hatine avêtin bo başûrê Îsraîlê. Ji Xezzayê fişekên antî tanqan hatine avêtin.

Hamasê bi roketan li bajarê Qudsê xist û Îsraîlê bersiva Hamasê dereng nexist û bi balafiran êrîşê Xezzayê kir.

Di êrîşa Îsraîlê de 20 kes hatin kuştin û 65 kes birîndar bûn. Tê gotin ku di nav kuştiyan de 9 zarok hene. Li gor ragihandina Îsraîlê di nava kuştiyan de fermandarekî leşkerî yê Hamasê heye.