image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennett di pêwendiya ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken de ragihand ku Îran taktîka şantajê di mijra bernameya atomî de bikar tîne û bangewezîya bilez rawestandina hevdîtinên li paytexta Awusturya Vîyenayê berdewam dikin kir.

Bennett di pêwendiya telefonî ya ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken de daye zanîn ku li gorî rapora Ajansa Atomî rêveberiya Tehranê ji sedî 20 ûranyûma saf li kargeha nukleerî ya Fordo dewlemend kiriye.

Bennett bangewazî li Amerîkayê kir, hevdîtinên Vîyenayê ku Îran wekî şantajê bikar tîne bilez werin rawestandin û daxwaz zilhêzên cîhanê kir, bi gavên berçav bersiva Îranê bidin.