image

PeyamaKurd – Li Fîlîstînê li Şerîa rojava li navçeya Beîtayê bi sedema protestorikina bicîhkirina Îsraîliyan li deverê xwepêşandan hatin kirin, polîsên Îsraîlê bi fişekên rast, plastîk û bi xazê mudaxele kirin. Di encamê de 178 Fîlîstînî birîndar bûn.

Li gor ragihandina Hîva Sor ya Fîlîstînê 5 kes bi fişekên heqîqî, 24 kes bi yên plastîk bi temamî 178 kes birîndar bûne. Bo dermankirina birîndarên bi fişekên heqîqî wan şandine Nexweşxana Dewletê ya Rafîdîa ya li bajarê Nablûsê.