PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamin Netanyahu ku di serdana xwe ya Parîsê de bi qenala LCI ya Fransî re hevpeyvînek çêkir, diyar kir ku ew ê îhtîmala şandina pergala parastina asîmanî ya Quba hesinî ya ji bo Ukraynayê, lêkolîn bikin.
Netanyahu, di derbarê şerê navbera Ukrayna û Rusya de û di derbarê Îranê de daxuyanî da û got, "Ji bo dawî li vê yekê were, divê em hemû bi rola xwe rabin."
Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku ew di vî şerî de ligel Ukraynayê ne û wiha axivî:
“Em mijara (çekdarkirina Ukraynayê) ji bo berjewendiya xwe ya neteweyî lêkolîn dikin, bi taybetî nêzîkbûna operasyonê ya di navbera Hêza Asîmanî ya Îsraîlê û Hêza Asîmanî ya Rusyayê de. Balafirên (Rusya) li asîmanê Suriyeyê dixebitin, me heta niha ji her pevçûnekê dûr xistin. Em pevçûna ligel Rusyayê naxwazin.”
Heta niha me qada asîmanî ya Suriyeyê parve kiriye da ku mewziyên leşkerî yên ku Îranê êrîşî me dikirin, hilweşînin."
Her wiha, di dema daxuyaniya çapemeniyê de rojnamevanekî pirsî bê ka ew difikirin ku pergala parastina asîmanî ya quba hesinî ji Ukraynayê re bişînin yan na? Netanyahu got ku "Erê, ez difikirim."