image

Peyamakurd – Hukumeta Îsveçê li ser daxwaza Tirkiyê xwe amade dike da li hemberê çalakiyên grûbên terorî qanûn derxe û xebatên wan qedexe bike. Daxwaz ji Tirkiyê çûbû ji bo hukumeta Îsveçê da Îsveç karibe bibe endamê NATO yê. Wezîrê dadê yê Îsveçê Gunnar Strömmer mijarê weha ragihand:

“Ev qanûn ne tenê di nav rêxistinekî de sûcên ku tên kirin lê gelek xebatên terorê dixe nav hedefa xwe û tarîfeka weha ji wan sûcan re dike. Em behsa krîmînalîzasyonekî fireh dikin.”

Hukumeta Îsveçê wê ji bo endamtiya xwe ya NATO yê bi Tirkiyê bide qebûl kirin, wê vê pêngavê bavêje û tevgerên grûbên tund qedexe bike.