image

Hat ragihandin ku ji bo herêmeke bê pevçûn ya Efrîn û dora wê, amadekariyek ji aliyê sê dewletên garantorên Aştiya Sûriyeyê yê di çarçoveya hevdîtinên li Astanayê de Rûsya, Îran û Tirkiye ve heye.

Alîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov ragihand ku di çarçoveya peymanên hevdîtinên Astanayê de, ji bo Efrînê mijara herêmeke bê pevçûn jî hatiye rojevê. Lê hêj qerara wê nehatiye dayîn.

Li gorî nûçeya Reutersê ku nûçeya xwe dispêre ajansa nûçeyan a RIAyê komcivîna Astanayê ku di bin garantoriya Tirkiye, Rûsya û Îranê de tê lidarxistin, dê di nav meha Adarê de careke dî kom bibe. Di çarçoveya hevdîtinên Astanayê de, niha li Îdlîbê Tirkiye niqteyên çavderiyê ava kirine. Lê tê pêşbinîkirin ku herêmeke ya bê pevçûn jî bête diyarkirin.