image

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf, li ser îdiayên ku wê bibe namzedê hilbijartinên serokomariya Îranê daxuyanî da.

Cewad Zerîf ji ber belavbûna tomara wî ya dengî ya hevpeyvînekê ku rexne li hêza leşkerî ya Îranê digirt li nav Îranê rastî bertekên tund hatibû.

Malperên Îranî yên nêzîkî Zerîf îdia kiribûn ku wê namzediya xwe bo hilbijartinên serokomariyê deyne.

Zerîf, li ser wan îdiayan li ser medya civakî ragihand ku hilbijartinên îsal yên serokomariyê ne di berjwendiya welat û gel de ne û got, diyar kir bi wî re jî ew qeneet çêbûye beşdariyê li hilbijartinan neke.

Zerîf herwiha ji alîgirên xwe daxwaza yekbûn û xwe bihêzkirinê kir û got, bi vî awayî wê bikarin welat ji dorpêçên Amerîkayê biparêzin.