image

PeyamaKurd – Li ser vexwendina Amerîkayê Cîgirê Wezîrê Derve yê Çînê Sun Weidong serdana Washingtonê kir û bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka Daniel Kritenbrink re civiya.

Hate ragihandin ku di civînê de, derbarê Asya-Pasîfîkê de gotûbêj hatine kirin ku herdu welat cara yekem e di asta fermî de, li ser gelek mijarên têkildarî Pasîfîkê li hev dikin.

Ji aliyê Çînê ve hatiye ragihandin ku hevdîtin di kêşeke çêker û samîmî de derbas bûye û hemû mijarên nakok ên navbera Çîn û Amerîkayê di çarçoveya polîtîkayên navdewletî de bi hurgilî hatine axaftin.

Sun Weidong, herwiha polîtîkaya Çînê ya Taywanê ya wekî parçeyekî jêneger ê Çînê dubare kiriye û siyaseta Çînê ya Stratejiya Hind-Pasîfîkê bi hemkarê xwe yê amerîkî re parve kiriye.

Hêjayî gotinê ye, gelek caran Deryaya Çînê û Asya-Pasîfîkê di navbera herdu welatên zilhêzên cîhanê de dibe sedema rageşiyan û gefên leşkerî. Di hevdîtinan de biryar hatiye dayîn ku danûstandinên herdu aliyan li ser mijarê berdewam bikin.