
PeyamaKurd – Piştî hatina ser kar a Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû, siyaseta Îsraîlê ya bêalîbûnê derbarê şerê ku Rûsyayê li dijî Ukraynayê daye destpêkirin de, ber bi guherînê ve diçe.
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû, ji destpêka şerê Ukraynayê ku 24ê Sibata 2022yan bi êrîşên Rûsyayê re 11 mehên xwe temam kiriye, cara yekem peyama alîkariyê bo Kîevê da.
‘Dayîna Qûbeya Hesin dinirxînim’
Netanyahu di hevpeyvîneke ligel televizyona CNN a Amerîkî de, li ser pirsa hûn difikirin ku sîstema parastinê ya Kubbeya Hesin bidin Ukraynayê wiha axivî: “Teqez ez vê yekê dinirxînim.”
Netanyahu bal kişand ser vê yekê ku Amerîkayê hin cebilxaneyên xwe şandine Ukraynayê û got: “Amerîka hin cebilxaneyên xwe ji vir şandin Ukraynayê. Ez ê li vir detayan nebêjim; Îsraîlê li dijî hilberîna çekên Îranê yên ku li Ukraynayê têne bikaranîn, tedbîr standine.”
Netanyahû bo êrîşa Îsfehanê: Carinan em dikin, carinan nakin!
Serokwezîrê Îsraîlê herwiha li ser pirsa êrîşa baregeha Îsfehan a Îranê jî bêyî ku red bike diyar kir: “Ez qala operasyoneke taybet nakim. Her cara ku teqînek li Rojhilata Navîn çêdibe, Îsraîl tê sûcdarkirin, an jî tê nîşandan. Carinan em dikin, carinan nakin.”