.jpg)
PeyamaKurd – Li ser daxwaza hin senatorên Amerîkî bo heta erêkirina endamtiya NATO ya Swêd û Fînlandayê nefirotina balafirên F-16 bo Tirkiyeyê, rêveberiya Serokê Amerîka Joe Biden daxuyanî da.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price, li ser daxwaza 29 senatorê Demokrat û Komarîxwaz ên Amerîkayê ya danîna merc bo firotina F-16n di civîna rojnamevanî de daxuyanî da.
Ned Price got ku Serok Biden piştevaniya dayîna F-16an bo Tirkiyeyê dike û diyar kir ku helbet nîgeraniyên meşrû yên ewlehiyê yên Tirkiyeya endama NATOyê hene.
Price da zanîn ku ew hewl didin Tirkiye bi temamî entegreyî NATOyê bibe û ji bo wê jî piştgiriya dayîna F-16an dikin.
Di dewamê de jî Ned Price got, “Me piştevaniya bo F-16an bi eşkereyî ji Kongreyê re îfade kir. Dikarim bibêjim ku kongreyê jî helwesta xwe zelal kiriye yan hin komên kongreyê zelal kirine. Hem bi Enqereyê re hem jî bi Kongreyê re danûstana me berdewam dike.”
Hêjayî gotinêye, kongreya Amerîkayê biryarê li ser nede Amerîka nikare balafirên F-16 bide Tirkiyeyê ku 29 senatoran daxwaz kiribû, heta Tirkiye endamtiya Swêd û Fînlanda ya NATOyê nepejirîne ew piştgiriyê nadin biryara şandina F-16an bo Tirkiyeyê.